Wezîr Soylu: Ew ê ji Sûrîyeyîyan re destûra îdê neyê dayîn
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyeyê Suleyman Soylu derbarê Sûrîyeyîyên ku di îdê de ew ê biçin welatê xwe û dû re vegerin de daxuyanîyek belav kir.
Soylu di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, nêzî 500 hezar kes bi dildarî vegerîya welatê xwe û dû re wiha got: “Ew ê penaber vegerin wan wargehên ku hatine amadekirin û ew ê ji Sûrîyeyîyan re destûra îdê neyê dayîn.”(ÎLKHA)