• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Rusya, daxuyand ku ew Marîupolê bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şoygu, ji Vladîmîr Putînê Serokê Dewletê yê Rusyayê re agahîya bidestxistina bajara Marîupolê teqdîm kir.

Êrîşa Leşkerîyê yê ku Rusya di 24ê Sibatê heta niha li Ukraynayê dike de, pevçûn berdewam dike û mirin jî çêdibe, Marîupol jî ji van cîhan yek e ku di seatên serê sibê de xebereke gelek muhîm hat daxuyandin.

Putîn çend rojên berê, derheqê vê bajarê de daxuyanî dabû, ji bona ku bajarê bidest bixin komekî leşkerîyê Ukraynayê tenê di tesîsa hilberîna febrîqeya çelîkê de mabûn û ji wan re banga “teslîm bûyînê” kiribû. Şoygu jî destnîşan kir ku ew qontrola bajarê bidestxistin.

Bajara Marîupolê ya ku ji Rusyayê re gelek muhîm bû, di roja 57emîn a herbê de ket bin qontrola Rusyayê.

Hat îfadekirin ku li bajara Marîupolê heta niha ji 23 hezarî zêdetir kes mirin û ji 142 hezarî zêdetir sîwîl jî hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir