Li Fîlîpînan hêjmarên kesên ku canê xwe ji ber lehî û hezazê dest dane derket 224 kesan
Hejmara kesên ku di lehî û şemitîna axê ya ku ji ber bagera tropîkal Megî ya li Fîlîpînê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 224an.
Li gorî daxuyaniya Lijneya Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Afatê ya Neteweyî ya Fîlîpînê (NDRRMC), li nav Fîlîpînê 221 kes û li başûra Fîlîpînê jî 3 kes heta niha tev de 224 kes ji ber lehî û hezazê canê xwe ji dest dan.
Li welêt ji ber lehî û şimitîna axê bi tevahî 224 kes mirin. Hêj ji 147 kesan xeber nayê standin.
Ji ber lehî û hezazê zêdeyî 2 milyon û 15 hezar kes hatin tehliyekirin, ji wan 207 hezar û 572 kes li navendên tehliyeyê û 188 hezar û 348 jî li navendên din hatin bicihkirin.(ÎLKHA)