• DOLAR 32.27
  • EURO 34.76
  • ALTIN 2401.036
  • ...
Li Efxenîstanê êrîş li xwendekaran hat kirin: Mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa ku li avahîyên perwerdehîyê ya ku li Herêma Polêsa 18emîn a Kabîla Paytext hat kirin de piranî xwendekar gelek kes canên xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Efxenîstanê hatine bidestxistin ku ew jî ji rayedaran bidestxistine, ji êrîşan yek li Lîseya Abdurrahîm Şehîd hat kirin.

Hat destnîşankirin her du êrîşên dinê jî li nêzê navenda perwerdehîyê hatin kirin.

Li gorî hinek çapemenîyên mehellî hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de herî kêm 20 kes canê xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê ji cîhê teqînê re gelek ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin. Kesên birîndar jî hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Tê endîşekirin ku hêjmarên mirî û birîndaran zêde bibe. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir