Li Amerîkayê êrîş li camîyê hat kirin
Derbarê êrîşa ku li camîyê hat kirin de ji teref Navenda West End İslam ve daxuyanîyek hat beklavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkiin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li parêzgeha Vîrgînîayê di nava rojê de êrîş li camîyê hat kirin, nivîsên ku pê dijmintî li Îslamê tê kirin li dîwarên camîyê hatin nivîsandin û zirar hat dayîn hûndirê camîyê.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di 6 mehên dawî de ev êrîşa duyemîn e ku li camîyê tê kirin.(ÎLKHA)