• DOLAR 32.638
  • EURO 35.349
  • ALTIN 2500.97
  • ...
Ji teref polêsa Fransayê ve ji pîrekên Misilman re şîdet
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şîdet û êrîşên polêsa Fransayê li hember Misilmanan berdewam dike.

Di hîsabên medyaya civakî Twîtter Înstagramê de di tarîxa 14 ê Nîsanê de vîdeoyek hat belavkirin û di vîdeoyê de hat dîtin ku polês, di nav rê de êrîşê pîrekên Misilman dike.

Polêsê Fransayê di dema êrîşê de li pîrekek xist, pîreka dinê jî avêt ‘erdê.

Derheqê vê êrîşê de ji teref Ewlehîya Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin ku ew ê derheqê pîrekan de doz bê vekirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku sedema dozê jî ev e ku dema erebeyên polêsan bi tevî sîrenên xwe derbas bûn van pîrekan jî derbasê alîyê dinê bûn, ji ber vê yekê ew ê ji wan re doz bê vekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir