• DOLAR 32.745
  • EURO 35.325
  • ALTIN 2450.862
  • ...
Li Dîyarbekir ji bona rez pevçûn derket: 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li gundê Çîçikaya Farqînê di navbera du malbatan de ji ber rezan şer derket.

Hat destnîşankirin ku herdu malbat jî di demeke kin de bi çekan bi hev dû re pevçûnê kirin, di encama pevçûnê de R.B, Y.M, E.G, M.C.M. û M.M. birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Farqînê.

Hat ragihandin ku malbat pêşîya nexwaşxaneyê jî li hevdû xistin û cendirme midexele kir, di encama li hev xistina pêşîya nexweşxaneyê de jî hinek kes birîndar bûn.

Hat hînbûn ku birîndarên R.B, Y.M, E.G, M.C.M. û M.M dû re hatin birin li Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê ya Dîyarbekir. Hat îfadekirin ku ji birîndaran rewşa M.M giran e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir