• DOLAR 32.512
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2420.74
  • ...
Rejîma îşxalker a siyonîst carek din êrîşî Mescida Eqsayê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Polîsên qaşo yên rejîma îşxalker a siyonîst êrîşên xwe yên li ser Mescîda Eqsayê didomînin.

Di êrîşa roja borî ya siyonîstan û bûyerên piştî wê de herî kêm 350 Filistînî birîndar bûn û nêzî 500 Filistînî jî dîl hatin girtin.

Piştî ku komên cihû gefa serjêkirina qurbaniyên Cejna Derbasbûnê li hewşên Mescida Eqsayê kirin, polîsên qaşo yên Rejîma îşxalker a Siyonîst êrişî Filistîniyên ku li Mescida Eqsayê nobet digirtin û nimêj dikirin, kirin.

Îşxalkerên siyonîst ku piştî nimêja sibê ketin hewşa Mescida Eqsayê ji Filistîniyên ku li ber Mescida Qibleyê sekinîne xwestin herêmê biterikînin.

Filistîniyên ku nexwestin heremê terk bikin hatin derbkirin. Polîsên rejima îşxalker a siyonîst ku li ber Mescida Qibleyê êrişî girseya gel kir, piştî ku Filistîniyên nav Mescîda Eqsayê derxistin derî girtin.

Di êrîşa ku hat kirin de gelek Filistînî jî birîndar bûn, hinek jî dîl ketin destê siyonîstên îşxalker.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir