• DOLAR 32.665
  • EURO 35.404
  • ALTIN 2477.805
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Entabê alîkarîyên xwe yên Remezanê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqf, berîya Remezanê ji bi sedan malbatan re alîkarîya “Pakêta Xwarênê ya Remezanê” kir, ev alîkarîyên xwe di meha Remezanê de jî berdewam dike.

Weqf, bi dest pê kirina meha Remezanê bi şîara “Remezan Meha Hêvîyê” xebatên xwe zêde kir, di encama xebatên alîkarîyê de ji malbatên mixtac û miltecîyan re kolîyên xwarinê belav kir.

Mustafa Ozaslanê Serokê Karwana Hêvîyê yê Entabê derheqê alîkarîyê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew di vê meha Remezanê de dest bi belavkirina kolîyên xwarin û pereyên ku ji teref xêrxwazan ve ji wan re hatîye dayîn kirin û ew ê alîkarîyên xwe jî heta erefeya îdê berdewam bikin.

Ozaslan di daxuyanîya xwe de weha got, “Meha Ramazanê, bi taybetî meha ji bona kesên ku daxwaz dikin xêran bikin û dewlemendên ku ji bona xêrên xwe zêde bikin û feqîran e. Me jî bi navê Karwana Hêvîyê yê Entabê di vê mehê de xebatên xwe zêde kir. Xebatên me berîya meha Remezanê, di meha Remezanê û piştî meha Remezanê de jî berdewam bike. Em bi tevî xêrxwazên xwe û birayên me yên dildar alîkarîyên xwe berdewam dikin.”

“Me alîkarîyan gihaşt xwedîyê wan”

Ozaslan di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Malbatên ku mixtacê alîkarîyê ne em bi xwe alîkarîyên wan dibin malên wan û didin wan. Bi tevî vî tiştî em ji bona ku xêrxwaz jî alîkarîyên xwe bi destên xwe bidin mixtacan carna em û wan bi hev dû re diçin malên wan û alîkarîyan belavê wan dikin. xêrxwazên me jî ji vê rewşê gelek memnun dimînin. Heta niha piranîya alîkarîyên me xwarin bû. Em ji bona alîkarîyê ji êtîm, sêwî, mixtac û feqrîan bikin gerek xêrxwazên me jî ji me re alîkarîyê bikin ku em bighêjin wan malbatên mixtac.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir