• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Hêjmarên birîndarên Filistînê derket 350î kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Polêsên çeteyên rejima îşxalker, doh piştî tehdîdên ku ji bona komên cîhûyîyan ji ber ku ew ê li hewşa Mescîdî Eqsayê bi minasebeta ‘Îda xwe yên Pesah qurbanan serjêbikin hatibûn kirin, êrîş li Filistînîyên ku li ber Mescîdî Eqsayê nobetê digirtin kir.

Îşxalkeran, bombeyên xaz û bombeyên dengan avêtin nav Mescîda Qibleyê û êrîş li Misilmanên ku di nav mescîdê de îbadetên xwe dikirin kir.

Çeteyên rejima îşxalker bi tevî pêlavên xwe yên gemar ketin nav Mescîdî Eqsaya mibarek û Mescîda Qible, êrîş li Filistînîyên ku di nav Mescîdê de îbadetên xwe dikirin kir. Filistînîyên ku berxwedanê nîşan didan jî desteser kirin.

Li gorî agahîyên ku ji Hîva Sor a Filistînê hatîye dayîn, di encama êrîşên rejima îşxalker yên ku doh li Mescîdî Eqsayê û Şerîaya Rojava kiribûn de hêjmarên Flistînîyên birîndar derket 350î kesan.

Hat destnîşankirin ku di encama wan êrîşên ku li Mescîdî Eqsayê hat kirin de nêzê 500 Filistînî jî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir