• DOLAR 32.938
  • EURO 35.393
  • ALTIN 2457.715
  • ...
Ji Karwana Hêvîyê ya Êlîhê alîkarî ji malbata êtîmê Sûrîyeyî re kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ezîyeta dayîk Îman Şahabê ku bi tevî 3 zarokên xwe yên êtîm micadeleya jîyanê dide dît û ji bona wê dest bi alîkarîyê kir.

Îsmet Okmenê dildarê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê derheqê alîkarîyê de daxuyanî da.

“Malbateke gelek mexdûr e”

Okmen di axavtina xwe de destnîşan kir ku malbat, di nav xanîyê ku bi kirê tê de dimînin de gelek mexdûrîyetê dikşînin û ew li axavtina xwe weha zêde kir. “Em bi navê Karwana Hêvîyê ya Êlîhê li cem malbatekî êtîm in. Ev malbata me bû 10 roje ji Sûrîye hatîye Êlîhê. Zilamê wê li wê derê rehmet kirîye, ji ber ku li wê derê tu kesê wê tuneye hatîye Êlîhê. 2 qîz û kurekî malbatê heye. 3 roj berê ji teref şênîyeke ji taxê rewşa wan hat gotin. Em jî hatin li vê derê û rewşa wan li cîhê wan lêgerîn kir û bi rastî me jî dît ku tişteke malbatê tuneye.”

“Em ji xêrxwazan daxwaz dikin ku bila ji malbatê re alîkarîyê bikin”

Okmen di axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir û weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê qasê ku ji destê me hat ji wan re sarinc, qenepe, xalî, perde û alîkarîyên tiştên dinê kir. Em ji xêrxwazan daxwaz dikin ku bila ji vê malbatê re alîkarîyê bikin. Em di nav meheke mibarek de ne. Tiştekî vê malbatê tuneye. Îxtîyacîyan wan ji her tiştî re heye. Îxtîyacîyên xwarin û ji bona zarokan cil û berk heye. Em ji hemû kesan daxwaz dikin ku bila bibin alîkar.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir