Hejmara birîndaran ya di êrîşa li New Yorkê de derket 23yan
Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya li rawestgeha metroyê ya li bajarê New Yorkê de hejmara kesên birîndar bûn derket 23yan.
Hat diyarkirin ku rewşa kesên di gulebarana ku danê sibê li herêma Brooklynê pêk hat de birîndar bûn baş e.
Kesê êrîşkar piştî êrîşê ji cihê bûyerê revîya.
Polîs got ku ew li Frank R James yê 62-salî digerin bi gumana ku ew bi êrîşê re têkildar e. Polîs her weha ragihand ku kesên ku Frank R James ragihînin dê 50,000 dolar xelat bistînin. (ÎLKHA)