Li Fîlîpînê ji ber baranên tropîqalê herî kêm 25 kes canê xwe ji dest dan
Hat destnîşankirin ku li Fîlîpînê dawîya baranên tropîqalê xirab bû, di encama barana tropîqalê de herî kêm 25 kes canê xwe ji dest dan.
Li 4 gundên bajara Baybaya ku girêdayê herêma Leyteyê ye di encama hezîna axê de 22 gundî canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li herêma hezazê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike.
Ji xeynî vê li herêmên Davao Orîental û Davao de Orayê jî 3 kes ji ber sedema firtûneyê canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)