• DOLAR 32.317
  • EURO 34.672
  • ALTIN 2409.899
  • ...
Şahbaz Şerîf bû Serokwezîrê nû yê Pakîstanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meclîsa Neteweyî ya Pakîstanê, ji bona ku serokwezîrê hilbijirîne civîyan. Şahbaz Şerîfê Serokê Lîgî-Navazê Misilmanên Pakîstanê û Şah Mahmud Kureyşî yê Alîkarê Serokê Tehreek-e-Insafê Pakîstanê ji bona serokwezîrtîyê endamtîyên xwe teqdîmê meclîsê kirin.

Şerîf di hilbijartinê de bi alîkarîya alîyê mixalefetê 174 rayan girt bû serokwezîrê 23emîn yê Pakîstanê.

Çend rojên berê li Meclîsî hilbijartina bawerîyê hat kirin û di encama hilbijartinê de Îmran Xan 174 rayên bêbawerîyê girt. Hikûmet, di encama hilbijartina bêbawerîyê de sînora raya 172yan derbas nebû û hat betalkirin.

Ji ber vê yekê Îmran Xan jî li Pakîstanê bû serokwezîrê ‘ewil yê ku bi raya bêbawerîyê ji wezîfeya xwe hatîye ‘ezlkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir