Mînîbusa ku koçber tê de bûn qeza kir: 4 mirî, 25 birîndar
Li Bedlîsê mînîbusa ku koçber tê de bûn wergeriya, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.
![Mînîbusa ku koçber tê de bûn qeza kir: 4 mirî, 25 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/BMRbMc4nAS8MZ9mcEpmiP_efkc8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/15/minibusa-ku-kocber-te-de-bun-qeza-kir-4-miri-25-birindar-e612015f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza li navçeya Adilcewazê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku koçberên neqanûnî tê de bûn li nêzî gundê Bahçedere ji kontrolê derket û qulibî.
Di qezayê de 4 koçber ên ku hat tesbîtkirin bi qaçaxî derbasî welêt bûne jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên cendirme, îtfaiye û 112 Tenduristiyê yên Acil sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên Adilcewaz, Ahlat û Tetwanê. (ÎLKHA)