NY: Li Ukraynayê 1563 sivîl hatin kuştin
Hat diyarkirin ku di êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê tê kirin de heta niha hezar û 563 kes mirin, 167 jê zarok 2 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.
![NY: Li Ukraynayê 1563 sivîl hatin kuştin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/V_tTzo2ARqJ5XPcWk9nr5tumBDw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/14/ny-li-ukraynaye-1563-sivil-hatin-kustin-16f0db47.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dabû destpêkirin, berdewam dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji roja ewil a şer heta niha hezar û 563 sivîl hatine kuştin û 2 hezar û 213 sivîl jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji kesên ku mirine 167 jê zarok in.(ÎLKHA)