Li Kurdistana Başûr amûrên qumarê hatin îmhekirin
Li Erbîla paytext, gelek amûrên qumarê yên ku ji teref hêzên ewlehîyê ve hatine bidestxistin bi silîndîrê hatin îmhekirin.
Hat destnîşankirin di nav amûrên ku hatine bidestxitsin de amûrên elektronîk, rulet û mesaya ruletê jî hene û wan amûrên qumarê bi silîndîran û bi dozeran hatin îmhekirin.
Di hîsaba medyaya civakî ya Yekîneya Asayîşa Hewlêrê de derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hêjmarên amûran jî hat dîyarkirin.
- 30 heb cîhaza qumarê ya elektronîk
- 4 heb makîneya ruletê
- 14 heb mesaya ruletê
- 4 torbe pûlê qumarê
Vîdeoya amûrên ku bi silîndîran hatin îmhekirin jî di medyaya civakî de hat belavkirin û ew hereket jî bi ji teref civakê bi kêxweşî hat dîtin. (ÎLKHA)