• DOLAR 32.572
  • EURO 35.271
  • ALTIN 2469.38
  • ...
Li Stenbolê li dijî DHKP/Cê operasyon: Derheqê 23 kesan de qirara binçavîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di seatên serê sibê de ji bona 23 kesên ku şikdarin bên qefaltin bi koordînasyona Serdozgerîya Komarîya Stenbolê operasyonek hevdemî hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku wan kesên şikdar di tarîxa 12ê Adarê sala 2022yan de di meşandina yadkirina Hedîseya Xazîyê ku di tarîxa 12 Adarê sala 1995an de pêk hat de bi navê rêxistina DHKP/Cyê pankart vekirin û siloganan avêtin.

Hat dîyarkirin ku di encama operasyonan de 16 şikdar hatin qefaltin.

Hat îfadekirin ku di encama lêgerînan de jî gelek delîlê rêxistinê û amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin.

Kesên ku hatin qefaltin piştî qontrola tenduristîyê ji bona ku bên pirsyarkirin hatin şîyandin midirtîya ewlehîyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir