Li Îzmîr û Mûglayê 98 koçber hatin girtin
Fermandariya Ewlekariya Beravê ragihand ku li peravên navçeyên Dikili û Çeşme yên Îzmîrê 87, li peravên navçeya Bodruma Muglayê jî 11 koçber hatine girtin.
![Li Îzmîr û Mûglayê 98 koçber hatin girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/8seOw0d4a33QkZmhhZY115uj_Do=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/14/li-izmir-u-muglaye-98-kocber-hatin-girtin-ba3091f9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat diyarkirin ku koçberên ku ji aliyê Radara Mobîl a Ewlehiya Peravê (MORAD-11) ve di botên lastîkî de hatin tesbîtkirin, hewl didan derbasî Yewnanîstanê bibin.
Koçberên neqanûnî piştî karên xwe şandin Îdareya Koçê ya Parêzgehê. (ÎLKHA)