Li Stenbolê ji sedî 29 zam li heqê avê hat kirin
Li Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêşniyara ÎSKÎyê ya ji bo gav bi gav bihaya avê zêde bibe bi yekdengî hat qebûlkirin û ji bo avê jî ji sedî 29 zam hat kirin.
2yemîn Lijneya Giştî ya Awarte ya ÎSKÎyê li Salona Civînê ya Meclisa Avahiya ÎMMyê ya Saraçhaneyê hat lidarxistin.
Bi yekdengî qebûlkirina pêşnûmeyê re ji sedî 29 zêdekirina avê hat sepandin. Li gor vê yekê yekîneya ava îqameyê ji 5,56 lireyî derket 8,33yan. (ÎLKHA)