• DOLAR 32.266
  • EURO 34.715
  • ALTIN 2402.274
  • ...
Polonya 250 tank ji Amerîkayê dikire
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Parastinê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak ragihand ku ji bo kirîna 250 tankên tîpa M1A2 Abrams ên Amerîka peyman hatiye îmzekirin.

Hat hînbûn ku Polonya ji bo 250 tankên tîpa M1A2 Abrams ên ku Amerîka çêkirine wê 4,75 milyar dolar bide Amerîkayê.

Hat diyarkirin ku dê tank bi teknolojiya herî dawî (guhertoya Sepv3) bên nûjenkirin.

Hate diyarkirin ku di peymanê de xebatên perwerde û lojîstîkê yên têkildarî tankan jî tê meşandin û ev tank wê li Yekîneya Mekanîze ya 18’emîn û Yekemîn Yekemîn a Zirxî bên bicihkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir