• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
HUDA PAR: Hemû karên me gerek li gorî menewîyata Remezanê re munasîb bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê meseleya me remezanê û derheqê tiştên kirina ku di meha Remezanê de bên kirin de nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Hemû karên ku di Meha Remezanê de bên kirin gerek ji manewîyata Remezanê re munasîb bibe”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di du salên dawî de bi meddî û manewî di nav pêvajoyeke zor û zehmet de tê derbaskirin û weha hat gotin, “Li gelek herêmên cuda yên li Dinyayê bi milyonan însan, mixtacên qurtekî av û loqmeyekî nan in. Li alîyê dinê jî hinek însan jî hene ku xwe bijarte dibînin û di nav lûks û şatafatê de nîmetên destê xwe îsref dikin. Hizûr û ewlehîya navbera însanan encax belavkirina bi edaletî ew ê mimkin bibe. Dînê me yê bilind û bi qîmet ji bona parastina vê dengeyê, bi alîkarîya civakî û bi piştevanîya civakî kirîye navenda heyatê. Remezan a Şerîf, bi vê alîyê xwe, gerek firsetek bê hesibandin û li gorî wê firsetê bê nirxandin, Hemû karên ku di Meha Remezanê de bên kirin gerek jî ji manewîyata Remezanê re munasîb bibe.”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Gerek di dawetkirina îftarê ya ku bûye kevneşopî de jî îsref neyê kirin, di wan dewatan de pêşevanî gerek ji wan kesên kû di alîyê meddî de rewşa wan xirabe re bê dayîn. Em hemû şaredarî û sazîyên mîrî dawet dikin ku di vê pêvajoyê de ku xelqê me bi rastî jî li alîyê meddî di nav tengasîyekê de ne bila konser, şahî û bernameyên wek wan tertîp nekin. Pereyên ku ji wan bernameyan re bên dayîn bila ji malbatên mixtac û bila ji bernameyên ku menewîyata xelqê me zêde bikin re bên dayîn. Dema ku ev tişt bê kirin ew ê bi ji rihê rojîyê re jî bikeve û ew ê di nav civakê de jî kêfxweşî çêbibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir