• DOLAR 32.708
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2449.555
  • ...
Li Sêwasê teqîna erdgazê: 1 jê giran tev de 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, doh di seat 23.30an de li Taxa Fatîhê di qata têketina avahîyekî yê ku T.K. tê de jîyan dikir de ji ber erdgazê teqînek pêk hat.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama teqînê  de 1 jê giran tev de 3 kes birîndar bûn. Bi xeberdayîna mirovên derdorê jî ji cîhê teqînê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye, erdgaz û polês hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û ekîbên erdgazê jî ji bona ku çizirandina erdgazê pêk neyê xeta gazê girtin.

Derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir