Sîyonîstên îşxalker êrîş li Filistînîyan kir: 19 birîndar
Leşkerên rejima îşxalker, li Qudsê nêzê Derîyê Şamê ya ku di bin îşxalê da ye êrîş li Filistînîyên ku ji nimêja terawîhê derdiketin kir. Li gorî dîyarîyên ‘ewil ya ku ji teref Hîva Sor a Filistînê ve hatîye dîyarkirin 19 Filistînî birîndar bûn.
Filistînîyên ku piştî nimêja terawîhê ji Mizgefta Mescîdî Eqsayê derdiketin, dûçarê provokekirina rejima îşxalker a sîyonîst bûn.
Îşxalkeran bi xaza bîberê, bombeyên deng, guleyên plastîk û bi copan 19 Filistînîyan birîndar kir.
Hinek polêsên ku xwe bi sîwîlî kiribûn nav Filistînîyan ku ji wan re jî dibêjin “mustarîbîn” hinek Filistînîyan jî desteser kirin.
Hat destnîşankirin ku piştî wan meseleyan êrîş li malên Filistînîyan hat kirin û di encama êrîşan de gelek Filistînî hatin esîrgirtin. (ÎLKHA)