• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
Parlamentoya Pakistanê hat fesihkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alvî li gorî xala 58(1) û xala 4(1) ya Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Pakistanê, daxwaza feshkirina Meclisa Netewî ya serokwezîr Îmran Xan pêk anî.

Alîkarê Serokê Meclîsê Qasim Surî di rûniştina îro ya Meclîsê de bi hinceta ku li dijî maddeya 5’emîn a Destûra Bingehîn e, pêşniyara derheqê Xan de red kir.

Alîkarê Wezîrê Ragihandin û Weşanê yê Pakistanê Faruq Hebîb piştî betalkirina parlementoyê li ser medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku dê di nava 90 rojan de li welêt hilbijartin bên kirin.

Hikûmeta Pakistanê ji ber nameya gefxwarinê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya ji bo guhertina hikûmetê û zimanê nedîplomatîk ku tê de tê bikaranîn, van pêşniyarên bêbaweriyê wekî "komployek bi piştgirîya derve" dibîne.

Pêşnûmeya bêbaweriyê (pêbaweriyê) li hember Xan di 28ê Adarê de li parlamentoyê  ji 342 endaman bi 161 dengên “erê” hatibû qebûlkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir