Tekneya koçberan binav bû:11 kes mirin û 125 kes jî hatin xelaskirin
Weqfa Xizmetên Însanî û Alîkarîya Koçberan a Lîbyayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weqfê destnîşan kir di encama bûyera ku pêk hat de 11 koçber mirin û 125 koçber jî hatin rizgarkirin.
Tê diyarkirin di tekneya koçberan a ku di 30ê Adarê de binavbûn de koçberên Afrîkayî hebûn.(ÎLKHA)