Ji ber şewata ku li dikana kebabfiroş derket 5 avahî û wesayîteke îtfaîyê şewitî
Li navçeya Sariyera Stenbolê di dikaneke kebabfiroş de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket.
Şewat ji ber tesîra bayê di demeke kurt de belavî derdorê bû ku di encama bûyerê de 5 avahî û wesayîteke îtfaîyê şewitî. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek ekîbên tenduristî û îtfaîyê hatin şandin cihê bûyerê.
Xebatên tefandinê berdewam dikin.(ÎLKHA)