Li Bursayê di daristanê de şewat derket
Li navçeya Osmangazîya Bursayê di daristanê de şewat derket, ekîbên îtfaîyeyê jî dest bi xebatên tefandinê kirin.
Hat destnîşankirin ku li navçeya Osmangazîya Bursayê di daristanê de şewateke ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hat û şewat bi tesîra bahozê jî di demeke kin de zêde bû.
Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê şewatê re ekîbên Midirtîya Herêmê ya Daristanê, Fermandarîya Cendermeyê, Şaredarîya Bajar a Mezin, Şaredarîya Omangazî, Şaredarîya Harmancik û Şaredarîya Kelesê hatin sewqkirin.
Hat ragihandin ku ji şewatê re 22 avreşok, 14 tanker, 2 qrêder, 1 loder, 5 dozer, 10 erebeya midexeleya ‘ewil û 90 personel midexele dikin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin şewat ji cîhê nêzê 60 hektarî tesîr kir. (ÎLKHA)