• DOLAR 32.715
  • EURO 35.459
  • ALTIN 2474.759
  • ...
Li Dîyarbekir malbatên ku neyartî hebûn hatin lihevanîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê qankirta navçeya Rezana Dîyarbekir di sala 2021an de di navbera malbatên Uçar û Kurt de neyartîyek pêk hatibû, ev neyartî bi micadeleyên rîspîyên herêmê bi aştî hat encamkirin.

Hat destnîşankirin ku ji bona ev aştîyê bernameyek hat tertîpkirin û malbatên neyar hatin cem hev û li hev hatin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û bi axavtina Huseyîn Beyogluyê Serokê Şaredarîya Rezan berdewam kir.

Beyoglu di axavtina xwe de weha got, “Ez van malbatên me yên bi qîmet û rîspîyên me yên bi qîmet ji bona ku vê hevdîtina xweşik tertîp kirine û bûne alîkar tebrîk dikim. Aşîtî emrê dînê me yê mûbîn e û ‘ededekî me yê xweşik e. Bi îzna Xwedê ev xuyang ji bona milletê me bibe wesîleya xêrê. Hiqûqa me yê biratîyê heye. Parastina vê hiqûqê û avakirina vê hiqûqê ji hemû yên me re mesûlîyeteke.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir