NY: Hêjmarên kesên ku ji Ukraynayê derbasê welatên dinê bûne bû 4 milyon
Fîlîppo Grandîyê Komiserê Bilindê Miltecîyan yê Neteweyên Yekbûyî got ku hêjmarên sîwîlên ku ji ber herba Ukrayna û Rusyayê ji Ukraynayê derketine bû 4 milyon.
![NY: Hêjmarên kesên ku ji Ukraynayê derbasê welatên dinê bûne bû 4 milyon](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/H00AvT6wKuYT8i9Cl2WQLn5V8iM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/13/ny-hejmaren-kesen-ku-ji-ukraynaye-derbase-welaten-dine-bune-bu-4-milyon-653cff62.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Grandi, di hîsaba medyaya xwe yê cîvakî de weha daxuyand, “Penaberên ku di dema destpêka êrîşên Rusyayê yê li Ukraynayê kir heta niha de derketine bûn 4 milyon. Ez niha hatim Ukraynayê. Ez ê li Lvîvê bi rayedaran, NY û hevparên dinê re ji bona ku alîkarîyên me yên li wan însanan tên kirin zêde bibe em ê wan rêyan û çareserîyan munaqeşe bikin.”
Li gorî daneyên NYyê, ji nîvê miltecîyên Ukraynayê zêdetir çûne Polonyayê. Dû re çûne Macarîstan, Moldova, Slovakya, Romanya û welatên Ewrupayî yên dinê. (ÎLKHA)