Ukrayna: 17 hezar û 300 leşkerên Rus hatin kuştin
Serokatîya Serefkanîya Ukraynayê, daneyên mirîyan yê ku piştî êrîşên Rusyayê yên ku di tarîxa 24ê Sibatê de hatibû destpêkirin nûvejen kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di tarîxa 24ê Sibatê û 30ê Adarê de 17 hezar û 300 leşkerên Rus hatin kuştin.
Li gorî daxuyanîyê hat destnîşankirin ku 127 balafir, 129 helîkopter, 597 tanq, 1710 erebeyên bi zirh, 303 top, 1178 erebe, 96 heb sîstema roketavêtinê, 54 heb sîstema parastina hewayê, 7 keleka lez, 73 tankêra mazotê 71 heb balafirên bêînsan yên Rusyayê hatin îmhekirin. (ÎLKHA)