Li Kongoyê helîkopter ket: 8 leşkerên hêzê aşîtê mirin
Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat daxuyandin ku helîkoptereke yê ku aîdê NYyê ye li Komarîya Demoqratîk a Kongoyê ket xwarê , di encama qetina helîkopterê de 8 leşkerên hêzê aşîtîyê mirin.
Stephane Dujarrîcê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê destnîşan kir ku ji wan lekşeran 6 leşker yê ji Pakîstanê, leşkerek yê ji Rusyayê û leşkerê dinê jî ji Sirbîstanê bû ye.
Hat destnîşankirin ku helîkopter, ji bona pevçûna ku di navbera Hereketa Adara 23 û artêşa Kongoyê pêk hat de firîya û di dema firandina keşfê de ji teref komên îsyankar ve hat xistin. (ÎLKHA)