• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Ji terf HAMASê ve ji çalakîya li Tel Avîvê re pîrozbayî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMAS di peyama xwe de destnîşan kir ku zarokên xelqê Filistînê, hemû çalakîyên wan yên ku li hember îşxal, zilm û zorîtîya rejima îşxalker û sîyonîstan bersiveke heq û meşrû ye.

HAMAS di peyama xwe de weha got, “Me, ji bona sûcên wan yên bi xeflet, çend caran ji wan îşxalkeran re hişyarî da. Xelqê me yê Filistînê li hember wan ew ê qey bi destê girêdayî bisekinin. Ew, ew ê ji bona terora wan bi rêyên mimkinî bersiv bidin, Qudsa xwe, Eqsaya xwe û hemû ‘erdên xwe yên ku di bin îşxalê da ne bi parêzin. Ew ê van tiştên xwe bi berxwedaneke berfireh biparêzin ku ew parastina wan, ew ê mecbur bihêle ku wan îşxalkeran gavên paş bavêjin û vê muameleya xwe jî bidin sekinandin.”

Hat ragihandin ku hereketên berxwedanê yên dinê û serokên wan jî ev çalakîya ku li Tel Avîvê pêk hat di daxuyanîyên xwe de pîrozbayî kirin û ji vê çalakîyê jî dilxweş bûn.

Hat dîyarkirin ku Zîya Hamarîşeyê ku çalakîyê bi kar anîye ji teref îşxalkeran ve hat şehîdkirin û di daxuyanîya ku ji teref îşxalkeran ve hat belavkirin de hat destnîşankirin kesên ku çalakîyê kirine jî 3 kes bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir