• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Weqfa Êtîman, bi minasebeta meha Remezanê dest bi xebatên “1001 Kolîya Xwarinê” kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber bahabûnîya ku li welat heye ku bila malbatên êtîm ji vê bahabûnîyê tesîrdar nebin dest bi alîkarîyê hat kirin, Weqfa Êtîman jî di çarçoveya vê armancê de bi tevî alîkarîyên xêrxwazan ji malbatên êtîman re alîkarîyên xwe berdewam dike.

Ji teref Weqfa Êtîman ve di encama van fealîyetan de di nav welat de an jî di derveyê welat de ji gelek malbatên êtîm, sêwî û mixtac re alîkarî tê kirin.

Hat destnîşankirin xêrxwazên ku daxwaz bikin ji vê projeyê re alîkar bikin fîyeta kolîyeke 250 TLye û ew dikarin alîkar bibin.

Memduh Emekê Temsîlkarê Weqfa Êtîman yê Dîyarbekir derheqê alîkarîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşankir ku heqê kolîyekî 250 TLye.

Memduh di axavtina xwe de weha got, “Em bi navê Weqfa Êtîman, di vê meha Remezanê de jî ku wek her sal dikin alîkarîyên xwe berdewam dikin. Vê salê jî ji bona ku ji malbatên êtîm re bên belavkirin me projeya xwe yê “1001 Kolîya Xwarinê” da destpêkirin û vê projeya me jî bi coş û bi heyecan berdewam dike. Em hê neketine meha Remezanê lê me dest bi vê projeya xwe kir û li hinek cîhan me dest bi belavkirinê jî kir. Wek ku hûn jî dibînin hazirîyên me bi lez û bez berdewam dike. Armanca me ev e ku em ji hemû malên êtîman re vê kêfxweşîyê bidin jîyankirin. Jîyan û parîkirin bereket e û hêvî ye. Em hemû di vê meha Remezanê de bibin hêvî. Em êtîm û mixtacan bidin kêfkirinê. Heqê kolîyekî me 250 TLye. Bila Xwedê Teala ji niha da ji wan xêrxwazên me razî bibe. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir