• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
HUDA PAR: Hemû minasebetên ku qetlîam û îşxalê dide bi cesaretkirin bên dawîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê di nirxandina xwe ya heftane de derbarê mijarên hindir û derve de daxuyaniyeke nivîskî da.

Banga ‘cepheya yekgirtî’ yê Îmran Xanê Serokwezîrê Pakîstanê

Di daxuyanîyê de gotina Îmran Xanê Serokwezîrê Pakîstanê yê ku di Civîna Konseya Wezîrên Karên Derveyê 48emîn yê Teşkîleta Hevkarîya Îslamê de weha gotibû “Em 1 mîlyar û nîv in, encex em ji bêedaletîya ku li ber çavan e re nikarin dengên xwe derxin” û ev gotin hat bi bîr anîtin û hat îfadekirin ku welatîyên ku di binê navê Teşkîleta Hevkarîya Îslamê de ne di nav xwe de belav bûne, Xerbîyan jî vi tişti zanin û vê tiştê bi kar tînin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku, “Gotinên Îmran Xanê yê ku di civînê de banga ‘cepheya yekgirtî’yê ku gotibû ku ji bona zilma li ser misilmanên ku li çar alîyê cîhanê tê ser wan û heqên wan yên ku ji teref neyarên Îslamê ve tên tacîzkirin, kehnîyên wan yên ku di bin ‘erdê de ne tên xwarin û qetlîamên ku li wan tên kirin bê sekinandin, gelek bî qîmet e.”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Teşkîlata Hevkarîya Îslamê yê ku heta îro ji pirsgirêkên Misilmanan re gavekî yê bi emelî navêtîye, êdî gerek li gorî mîsyona sazîya xwe hereket bike. Welatên Îslamê yên ku di bin binyata teşkîlatê da ne pirsgirêkên ku di navbera xwe de dijîn, lazim e ku gerek nekevin pêşîya menfeatên hevpar ên Misilmanan, ji bona ku îxlalkirina heqên Misilmanan bên dawîkirin jî xebat bê kirin. Di vê çarçoveyê de lazim e ku serê ‘ewil pevçûnên ku di navbera welatên Îslamê de hene bên dawîkirin, ji bona ku alema Îslamê pêşve bê birin lazim e ku welatên ku di bin binyata teşkîlatê de ne bi hev dû re hereket bikin.”

“Hemû minasebetên ku qetlîam û îşxalê dide bi cesaretkirin bên dawîkirin”

Di daxuyanîyê de li gorî Tor Wenneslandê Temsîlkarê Taybetê Pêvajoya Aşîtîya Rojhilata Navîn yê Yekîtîya Neteweyî ku derheqê jîyankirina 670 hezar şênîyên ku li ser ‘erdên Filistînê yên ku hatine îşxalkirin dijîn de hat bi bîr anîn, “Rejima îşxalker û sîyonîst a ku hiqûqa navneteweyî îxlal dike, hedef dike ku Filistînîyan bi metodên derqanûnî derbixe. Digel ji bona ev nijadkûjîya ku li ber çavên dinyayê tên kirin tu gavekî nehatîye avêtin. Welatên herêmê yên ku ji bona ku bi wan sîyonîstan re bikevin normaltîyê bi hev dû re ketine nav pêşbirkekî jî mesulê vê meseleyê ne. Hemû minasebetên ku qetlîam û îşxalê dide bi cesaretkirin bên dawîkirin. Bila neyê jibîrkirin ku heta ku ‘erdên Filistînê ji îşxalê neyê xelaskirin ew ê rejima sîyonîst û îşxalker belavbûna xwe yê wek vîrûsê berdewam bike û ew ê Misilmanan jî li ber îşxal û qetlîamên nû bimînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir