• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Ewrupayê Pêşbirka Sîyerê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pêşbirka Sîyerê yê ku bû 2 sal e li Ewrupayê ji ber pandemîyê nayê tertîpkirin, di tarîxa 27ê Adarê roja Yekşemê de li gelek welatên Ewrupayê hat tertîpkirin.

Pêşbirk, di komeleyên ku li Almanya, Hollanda, Îngîltere û Fransayê ne de hat tertîpkirin û bi du kategorîyê hat tertîpkirin, ji bona 50 pirsan 75 deqîqe hat dayîn.

Pîrek û zilam, di cîhên cuda de ketin pêşbirkê, mirovên ku beşdarê pêşbirkê bûn jî gelek dilxweş û kêfxweş bûn.

Rayedarên Weqfê, piştî pêşirkê encama pêşbirkê daxuyandin û ji kesên ku ketine dereceyê re jî xelatîyên wan dan.

Ji teref rayedaran ve navê wan kesên ku di pêşbirkê de ketine dereceyê û xelatan qezenc kirine hat daxuyandin; li Londrayê di Mizgefta Saîd Nursî de Furkan Acar ji 50î pirsan 49 heban rast bersiv da û bû yekemîn, li Hamburga Elmanyayê di Mizgefta Wehdetê de Şeyda Ekînen jî bi 44 puanan bû dûyemîn û gelek kesan jî bi puanên 44,43 û 42yan ketin dereceyan.

Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin ku di pêşbirkê de tu tişteke xirab pêk nehat. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir