Siyonistên îşxalker êrîşî Filistîniyan kirin
Polîsên dagîrker ên siyonîst roja şemiyê êrişî hejmarek welatiyên Filistînî li devera Bab es-Sahîra li bajarê Kevin ê Qudsê kirin û 2 xort û zarokek desteser kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, polîsên işxalker êrîş birin ser komek welatiyan û 2 ciwan û zarokek li herêmê binçav bikin.
Ji aliyekî din ve, di heman rojê de şer û pevçûnên giran bi hêzên siyonîst re li gundê Asîra El-Qibliya li başûrê Nablusê derketin, piştî ku niştecihên xwecihî êrîşek li ser malên nişteciyan şikand.
Piştî demekê siyonîst ji bo parastina şêniyan mudaxele kirin û bi bombeyên gazê êrîşî gundiyên herêmê kirin.(ÎLKHA)