Di otobûseke rêwîyan de 30 kîlogram esrar hat bidestxistin
Li Meletîyê di nav otobûseke yê ku di nav bajaran de seferan dike de 29 kîlogrem kubar û esrara toz hat bidestxistin, derheqê meseleyê de kesek jî hat binçavkirin.
Midirtîya Ewlehîya Bajar ya Meletîyê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir.
Midirtî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di nav otobûseke ku di navbera bajarên rojhilatan seferan dike de lêgerînek hat kirin û di encama wê lêgerînê de 19 kîlo û 625 grem esrara toz û 9 kîlo û 770 grem esrara kubar, bi tevahî 29 kîlo û 395 kîlogram esrar hat bidestxistin, derheqê meseleyê de jî kesekî hat binçavkirin. (ÎLKHA)