• DOLAR 34.7
  • EURO 36.773
  • ALTIN 2961.89
  • ...
Di hilweşîna li Qeyserîyê de xebera dilbikeser hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Yahyaliya Qeserîyê di kana medenekî de hilweşîn pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di madena çînkoyê ya li herêma Aladaganê ye de hilweşînek pêk hat, di encama hilweşînê de 2 karker asê man.

Esat Ozturkê Serokê Şarederayî yê Yahyaliyê di hîsaba xwe yê medyaya civakî de daxuyand ku ji 2 karkerên ku di madenê de asê mane ji wan yek canê xwe ji dest da.

Di berdewama daxuyanîyê de hat gotin ku ew ji mablata karkerê ku canê xwe ji dest daye re sersaxîyê dişîne û ji karkerê dinê yê ku hê di bin madenê de ye re jî daxwazîya tenduristî û başîyê kir.

Ji teref AFADê ve hatibû daxuyandin ku li navçeya Yahyaliyê di madenekî de 2 karker asê mabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir