Astengîya herî mezin ya ku di pêşîya zewacê de ye: Mesrefên de’wetê ne
Alaattîn Demîrelê Mele-Axivker destnîşan kir ku dînê Îslamê zewacê teşwîq dike û dibêje ku kesên ku bên dema zewacê bila bizewicin, bila dayîk û bav jî ji ciwanên ku qirara zewacê girtine re bibin.alîkar
Qrîza îqtîsadîya ku li Tirkîyeyê dest pê kirîye, wek ku hemû kesan tesîrdar kirîye, ciwan û malbatên ku hazirîya zewacê dikin jî tesîrdar dike. Zemên dawîn yê ku ji cihêz, zêr û tiştên malê re hatine, wan kesên ku hazirîya zewacê dikin jî dikin fikirandineke kûr.
Bi tevî mesrefan daxwazîyên zêr û ceyizên ku ji teref dê û bavan ve tên daxwazkirin jî pişta ciwanan dişkîne û wan dike binê mesrefeke mezin.
Alaattîn Demîrelê Mele-Axivkerê Mizgefta Zaningeha Sedsalî yê Wanê jî derheqê meseleyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de bi bîr anî ku zewac emrekî ji emrê Xwedê Teala ye û lazim e ku ciwan bi hev dû re bizewicin.
“Îslam zewacê emir dike”
Demîrel di axavtina xwe de destnîşan kir û got dema ku qala zewacê bê kirin lazim e ku mirov li Qurana Pîroz yê ku kehnîya navend yê ummeta Muhemmedê ye binhêre û di axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala di Qurana Pîroz di sureya Nurê de weha dibêje, ‘Ezebên ku di nav xwe de ne bizewicînin. Eger dema ku ew di nav tinebûnîyê da bin, ew ê Xwedê Teala wan bi alîkarîya xwe ji nav îxtîyacîyê, meşeqqetê û tengasîyê xelas bike. Xezîneya Xwedê mezin e. Xwedê Teala her tiştê zane.’ Tiştê ku em ji Qurana Pîroz fêhm dikin ew e ku di Îslamê de zewac hatîye emirkirin û tê teşwîqkirin. Li alîyê dinê de jî Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) di hedîseke xwe de weha dibêje, ‘Nîqah sinneta min e. Kê ku ji sinneta min rûyê xwe vegerîne ew kes ne ji min e.’”
“Însanan, di roja me de teşwîqê bihevrebûn bê nîkahê tên kirin”
Demîrel di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di roja me de bi taybetî ji teref hinek medya, dîzî, medyayên civakî, fîlm, afîş û konseran ve heyateke wisa tê teşwîqkirin ku ‘Heta ku tu werî 30 salîyê jî tu dikari bi hevala xwe yê qîz yê ku 10 sale hûn bi hev dû re hevaltîyê dikin re bigerî û hevdîtinê bikî. Gelo ji zewacê re çi hewceye. Nîqah ne tişteke ew qas gelek mûhîm nîne.’ Çêkirina zarokan yê bi bê nîkah tê teşwîqkirin û ev rewşa hanê jî tişteke wek pêşveçûyîn tê nîşandan. Ev tişt talûkeyeke gelek mezin e. Sedema îfsada ku di nav civakê de zêde dibe belav bûna zîna û fuhşîyatê ye. ji ber vê yekê em misilman gerek mûhîmtîyê bidin zewacê. Zewac ne meseleyeke basît e. Xwedê Teala di Qurana Pîroz de dema ku qala nîqahê dike wê tiştê bi mesûlîyeteke dide hesibandin.”
“Barekî mezin dikeve li ser milên bav û dayîkan”
Demîrel di axavtina xwe de bal kişand ku astengîya herî mezin ya di pêşîya zewacê de ye zorîtîya meddî û menewî ye û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Di astengîya meddî de ew ê herî mezin mesrefên pêşîya de’wetê û piştî de’wetê ye, an jî pirsgirêka îdare kirinê ye. Barekî mezin dikeve li ser milên bav û dayîkan qîz û kuran. Zewac meseleyeke herî mûhîm e ku gerek meddîyat nekeve pêşîya vê meseleyê. Bila solekî an jî bazinekî kêm be. Çi mûhîmtîya wê heye? Dema ku dê û bavê qîzan bi 200 hezar TLyî zêran daxwaz dikin, wan ciwanan jî zewaca ku helale diçin di banqayê de qredîyê dikşînin û dikevin nav faîzê û wê zewacê heram dikin. Ka ew ê ji vê de’wetê çi xêr were? Dema ku de’wet diqede paşê bavê bûkê destê xwe dirêjê zava dike û dide maçkirinê û ji wan re weha dibêje ‘Bila Xwedê we bextîyar bike’. Te bombayeke kir mala wan. Te deyneke bi 200-300 hezar TLyî da pişta wan. Ji bona Xwedê em hev dû nekin rewşeke zor, wek ku pêxemberê me dibêje ‘Nîqaha ku ew ê herî xêre ev ê ku bi en rehete ye’. Yek jî mehîr heye, heqê ku qîzikê ye gerek bê dayîn. Alîyê qîzan û kuran bila hev dû mehrûm nekin, ji bona Xwedê ji ber meddîyatê zewacê nekin nav zorîtîyê. Paşê di nav malabatan de şîddet derdikeve. Di nav malabatan de hizûrsizî derdikeve. Di nav malabatan de bereket namîne. Paşê xwesî û xwezûr dikevin navbera wan û ew mesele dibe jehr û dimîne.” (ÎLKHA)