• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Di teqîna li senayîya Dîyarbekirê de hejmarên mirîyan zêde bû: 5 jê giran 10 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teqîn, derdora di seat 09.20an de  li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn di bloqa 6an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku ‘ewil hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn tûpa oksîjenê teqîya, di encama teqînê de 7 kes birîndar bûn û ji cîhê teqînê re jî gelek ekîbên AFAD, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin kesên ku birîndaran bûne bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Zaningeha Dîcle û Nexweşxaneya Lêgerîn û Pewerdehîya Xazî Yaşargîlê.

Ekîbên cîhê meseleyê ji bona ku sedema teqînê hînbibin tehqîqatan dan destpêkirin û hat dîtin ku ji ber sedema tesîra teqînê dikanên derdorê jî zirarê dîtin.

Huseyîn Aşkinê Midirê Ewlehîya Bajar yê Dîyarbekir piştî teqînê hat cîhê teqînê û derheqê teqînê de daxuyanî da.

Aşkin di daxuyanîya xwe de weha got, “Di kargehekî me yê ku navê wê Doguş Tornaye û li Sîteya Sanayîyê ya 3yemînê de ye teqîneke ji ber tûpê pêk hat. Tê dîtin ku ev tişt bi temamî qezaye. Rewşekî yê bişupe tineye. Di vê teqînê de 7 welatîyên me birîndar bûn û ji wan birîndaran jî 5 kes giran in. Me tedbîrên xwe girt, tedawîyên ku di nexweşxaneyan de tên kirin jî berdewam dike.”

Walîtîya Dîyarbekirê jî derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya walîtîyê de jî hat destnîşankirin ku di encama teqînê de 5 jê giran tev de 10 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir