• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji ser zimanên şahidan, Qetlîama Helebçeyê ya bi êş û keder-1
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ser Qetlîama Helebçeyê ya ku ji tarîxa dinyayê re piştî Hîroşîma û Nagazakîyê, di sedsala 20emîn de wek êrîşê kîmyasala herî mezin tê qebûlkirin re 34 sal derbas bûn.

Di tarîxa 16ê Adarê sala 1988an de tevê pîrek û zarokan herî kêm 5 hezar kes, bi çekên kîmyasal yên ku bi emrê Seddam Huseyînê dîktatora Iraqê ve di balafiran hatîbû avêtin de canê xwe ji dest dabûn.

Êş û keder û birînên qetlîamê digel ew qas sal li ser wê derbas bûye jî hê wek roja ‘ewil e û nû ye, xeyn ji wan birînan hesab nedayîna qetlîamê jî dilê mirovan diêşîne.

Şahidên qetlîamê û kesên ku di qeTlîamê de bi birîndarî an jî bi saxîtî xelas bûne jî qala wê roja xeddar kirin. Tiştên wan şahidan qal dikin li mirovên ku wan gohdar dikin jî geh dike heyîrandinê û geh jî dike nav êş û eleman, lê ev tiştên ku qal dikin hêvîyê jî dide. Ji wan kesan hinekan, paşê hînbûn ku malbatên ku wan mezin kirine ne malbatên wan yê ‘esil e û hinek kesan jî birayên xwe yên ku hê jî windane digerin.

Şahidên qetlîamê yên ku di dema qetlîamê de tiştên ku pêk hatine qal dikin destnîşankirin ku bi êrîşkirina çekên kîmyasal hate hedefgirtin ku însanên ku di nav bajar da ne bila hemûyan bimrin.

Alan Tewfiq Heme'elîyê ku di dema qetlîamê de 11 mehî bûye û çend sal paşê hîn bû ku hemû eqrebeyên wî di dema qetlîamê de hatine qetilkirin jî ji cem malbata wî yê ku Îranî yê ku wî mezin kirîne 32 sal paşê vedigere ‘erdên xwe.

Heme'elî di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew rastîyê, piştî wefata dayîka xwe ji bavê xwe yê ku dema qansêr bû hîn bûye, ew qal kir ku tinebûna dîroka wî yê ku bîne bîra xwe, wî xemgîn dike.

“Bavê min ê Îranî berîya wefata xwe, rastîya ku min ji Helebçeyê girtine û min mezin kirine ji min re got”

Heme'elî pêşî xwe da naskirin û dû re dest bi axavtina xwe kir û weha got, “Ez Alan Tewfîq Heme’elîyê  ku kurê Tewfîqê Helebçeyî me. Di dema êrîşa Kîmyasala li Helebçeyê de ez 11 mehî bûm. Di dema meseleyê de ez winda bûm û malbatek ji Senenceda Îranê min birin û min mezin kirin. 32 sal paşê bi testa DNAyê ez vegerîyam Helebçeyê. Dîya min berîya bavê min rehmet kir, ez qala dê û bavê xwe yên Îranî dikim. Bavê min jî çend meh berîya ku rehmet bike di dema nexweşbûna xwe de gazî min kir. Ji min re got ku ez Helebçeyî me û ew min girtine û min mezin kirine. Ew hinek dosyayan da min. Tabî min heta ku dosyeya negirt destê xwe bawer nekiribû. Dema ku min bi çavên xwe dît êdî dest bi tehqîqatê kir.”

Di fotoxrafa milê çepê de Tewfîqê Helebçeyî û pitika ku li milê wî ye jî kurê wî Alan Tewfîq Heme’elî, di fotoxrafa milê rastî de jî Alan Tewfîq Heme’elî û qîza wî

Alan Tewfiq Heme'elî axavtina xwe weha domand, “Dema ku cara ‘ewil ez hatim li vê derê min hê tu kesî nas nedikir. Ji min re gotin ku here Komela Şehîdan. Komela Şehîdan jî min şîyand Hewlêrê cem Wezareta Şehîdan. Dû re ez çûm Silêmanî û li wê derê testa xwînê da. Ji tarîxa 2012an heta tarîxa 2016an sekinîyam, yanê ez 4 sal hêvîya testê sekinîm. Dema ku testa min encam nebû min û hinek kesên ku di qetlîamê de birîndar bûne re hev nas kir. Ez ji bona bernameyeke ku ji bona qîzikeke bi navê Meryem hatibû tertîpkirin hatim Helebçeyê û bi vê wesîleyê ez hîn bûm ku Helebçe cîhekî çawa ye. Çimkî ez di dema qetlîamê de hê 11 mehî bûm û nizanibûm ku çi çêbûbû. Dê û bavê min yên Îranî yên ku min mezin kirine, min di nav şertên baş û xweşik de mezin kirin. Yanê wan min ji tiştekî mahrûm nehêştin û tu carî nehêştin ku ez xemgîn bibim. Êşa wan yê herî mezin xemgînîya min bû. Feqet piştî rehmetkirina wan ez hatim li vê derê û ez li vê derê tenê mam.”

“Yadîgarekî tenê yê ku ji teref wan ve ji min re maye jî ev e ku li Helebçeyê çêkirina hêkelê bavê min e”

Alan Tewfiq Heme'elî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku bavê wî yê Îranî dema ku ji wî re rastîyan gotîye ew gotîye qey bavê wî di tesîra nexwaşîna xwe de maye û ew dû re li axavtina xwe weha zêde kir, “Dema berê doxtor gotibû bavê min ji ber nexweşîn û kederê dibe ku gotinên cuda bibêje. Feqet dema ku min dosyeyê dît, min bawer kir. Bavê min, ji bona ku ez Kurd bûm û ji bona ku ez di nav malbetekî Kurd de mezin dibûm gelek kêfxweş bû. Çimkî ez wisakî ew ê rehet biçim lêgerînê bikim, bi rehetî dikarim ku malbata xwe bibînim. Ew ji ber vê yekê gelek kêfxweş bû. Ez zaryê dê û bavê xwe yê Îranî yê tenê bûm. Feqet dema ku em li vê derê bûn malbata me 8 kes bûn, em 3 kur û 3 qîz bûn. Ji wan tu kes di heyatê de neman ji wan ez tenê sax mam. Ji wan ew ê ku ji min re yadîgar maye jî ev e ku hêkela bavê min yê ku li Helebçeyê hatîye çêkirin e."

Alan Tewfiq Heme'elî di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya dema ku hat Helebçeyê jî kir û weha li axavtina xwe zêde kir, “Dema ku ez ji bona testa DNAyê hatim li vê derê tu kesê nas nedikirim. Dema ku Wezareta Şehîdan min şîyand Silêmanîyê li wê derê jî Doxtor Ferhad ji min test xwest. Pêşîya encambûna testê min, bi hinek şahidên qetlîamê û bi Loqman beg re me hevdû nas kir. Paşê me bihîst ku di muameleyên wan zarokên ku vedigerin de pirsgirêk derdikevin, car din em hatin û me test da. Dema ku ez di Qetlîama Helebçeyê de winda bûm di destê min de zendikek hebû. Dê û bavê min ê Îranî ji bona yadîgarîyê vê zendikê veşêr dabûn. Dema ku ez hatim li vê derê min wê zendekê jî bi xwe re anît. Wê zendekê jî di dîtina malbata min de gelek alîkar bû. Ji bona ku malbata min bê dîtin ji min testa xwînê û testa porê girtin. Bi ‘eynî şeklê zendeka destê min jî ji min re alîkar bû.”

Muhammed Saîdê ku di dema qetlîamê de 6 salî bû jî derheqê şahîdîya xwe de destnîşan kir ku ji malbata wî xuşka wî tenê maye û derheqê hebûn û tinebûna wê de jî tu agahîyek nizane, di salvegera 12emîn a qetlîamê de vegerîyaye Helebçeyê û li vê derê zewicîye û di Abîdeya Şehîdan de jî memûrtîyê dike.

Ew nizane ku xwişka wî ya ku ji malbata wî ew tenê maye birine li kû derê

Saîd di axavtina xwe de got ku di dema qetlîamê de kesên ku bi wî re sax filitîne hebûne lê dema ku di rê de bûne ew hemû şehîd ketine, xeyn ji wan kesan ew û xwişka wî tenê di heyatê de mane û qala wê rojê kir û weha got, “Ez di dema qetlîamê de 6 salî bûm, di dema êrîşa kîmyasalê de me xwe sipart gundeke yê ereban. 29 kesên ku ji malbat û eqrebeyên min li ber çavên min mirin. Revandina me bi xêra birayê min ê ku Pêşmerge bû çêbû, li gorî mirovên dinê hinek bi rehetî bû lê dema ku em di rê de bûn her du birayên min ên dinê jî mirin. Di dema êrîşê de ez û xwişkeke min tenê di heyatê de man. Em her du bi hev du re çûn Îranê, li vê derê komeleyên xêrxwaz ji me re alîkar bûn û me birin nexweşxaneyê, me di nexweşxaneyê de tedawî dît. Rewşa Osmanê birê min gelek xirab bû, ji ber vê yekê ji bona tedawîyê wî şîyandin Beljîkayê. Xwişka min a ku cem min bû carna ji teref hinek koman dihat birin cîhekî û dû re cardin dianîn. Dema dawîn ku wê birin, cardin wê neanîtin û min jî ji doxtor re pirsî ‘xwişka min li kû derê ye?’ Doxtor jî min tehdît kir û ji min re got ‘hiş be’ û ji bona xwişka min got ku ‘ew ê cardin neyê’. Minli Kurdistana Îranê bi malbata xwe yê dereceya duyemîn re hevdîtin kirim, heta sala 2000î li wê derê li cem pîra xwe (dîya dîya min) mam û piştî sala 2000î hatim Helebçeyê û zewicîm, di welatê xwe de bi cîh bûm.”

Xelîl Salih Muhammedê ku ji şahîdê qetlîamê ye jî weha axivî; “Ez ji wan zarokên ku di qetlîama Helebçeyê de winda bûbûn zarokek bûm. Tabî niha bi fermî di nav wan kesan de me. Ez di tarîxa 2014an de hatim dîtin û hînbûm ku malbata min ji Hewramanê ye. Ez di dema qetlîamê de 9 mehî bûm. Di dema qetlîamê de bi balafirê ji Kermanşahê min birin Şîrazê. Wî Îranîyê ku ez dîtim, navbera wî, bi rayedarên hikumetê re baş bû. Ji bona min pênasek derxist û min bi kurê xwe li ser navê xwe xist. Navê min kirin Muhammed Emîn. Paşê vê meseleyê ji rayedaran ra qal kir û got ku min zarokek dîtîye. Piştî 31 sal paşê min mablata xwe dît û ez hatim Helebçeyê. 3 sal derbas bû ku hê nû min fêhm kir li Helebçeyê çi bûye. Niha em daxwaz dikin ku bi alîkarîya rayedaran û hevalan nexweşxaneyeke çav yê taybetî vebikin. Ew ê nexweşxane li Silêmanîyê bê vekirin û ji mexdûrên Qetlîamê re bêheq xizmetê bike. Dema ku ez li Îranê dijîyam min tu car xerîbîyê nedikişand. Gelek baş bi min re  eleqeder dibûn. Min wek zarokê xwe mezin kirin.”

“Ez di pêşîya qetlîamê de zewicîm û min pîreka xwe winda kir”

Loqman Abdulqadir Muhammedê Serokê Komela Mexdûrên Kîmysal yê Helebçeyê û di dema qetlîama Helebçeyê de jî birîndar xelas bûye û hê jî nîşanên qetlîamê li ser xwe dikşîne jî qala qetlîamê kir.

Muhammed di axavtina xwe de weha got, “Ez di tarîxa 1988an de li Helebçeyê dijîyam. Hê nû zewicîbûm. Du roj berîya qetlîamê êrîşekî mezin li Helebçeyê hatibû destpêkirin. Hikumeta Iraqê hêdî hêdî êrîşên xwe zêde dikir. Dû re Îran ket nav Helebçeyê. Ji ber êrîşên hikumeta Iraqê di xelqê de tirsekî çêbûbû. Xelq zanibû ku ew ê hikumeta Baasê tiştekî bike lê ew texmîn nedikirin ku bi çekên kîmyasal êrîş bike. Salekî berîya êrîşê xelq li Helebçeyê protestoyeke bi aşîtî li dar xistibûn. Piştî protestoyê rejima baasê 60 kesan bi saxîtî kiribû binê ‘erdê. Ji ber vê yekê di nav xelqê de tirsekî çêbûbû. Xelq, piştî êrîşên Iraq û ketina Îranê ya li Helebçeyê zanibû ku ew ê tişteke çêbibe. Di tarîxa 15ê Adarê de di seat 11.45an de balafirên Iraqê hatibûn bajêr û bi bombeyên napalmê êrîş kirin. Tabî ew êrîş bi planî dihat kirin. Sebeba ku ew bi bombeyên Napalmê êrîş kiribûn ev bû ku; pace û derîyên malan ji ber tesîra teqînê ew ê bişkin. Bi vî awayî xeza kîmyasalê ew ê baş bikeve nav malan û hêjmarên mirîyan zêde bibe. Paşê di seat 14.30an de bi bombayên kîmyasalan êrîş kirin. Dengên bombeyên kîmyasalê gelek hindik bû. Di dema êrîşê em di bodriman de bûn. Me di got qey bombe nateqin. Dema ku bombeyên dinê diteqîyan te di got qey li Helebçeyê erdhej çêdibe, yanê dengekî wisa derdiket.”

“Niha em hemû di bin tedawîyê da ne. Em mecbûr in ku her roj dermanan bixwin”

Muhammed di berdewama axavtina xwe de weha got, “Feqet dengê wan bombeyan gelek hindik bû. Em jî di bodriman de bûn û ji ber ku bombe nediteqîyan ji Xwedê re şikir dikirin. Me jî weha difikirîya me di got ku wan bombeyên ku neteqîyane zirara ew ê herî mezin ew bidin. Cîranekî me hebû navê wî Alî bû, bombeyek li mala wî jî ketibû. Bêhnekî wî yê xirab hebû. Em tev ji ber wê bêhna xirab vereşîyan. Ji bona ku mala me bû û em di bodromê da bûn nikaribûn birevîyana. Em di demeke dirêj di bodromê de man. Di roja duyemîn de me birin Îranê û birin nexweşxaneyê. Dema ku me birin nexweşxaneyê rewşa me gelek xirab bû û nebaş bû. Ji bona ku em demeke dirêj li wê derê mabûn hemû bedêna me şewitîbû. Civaka navneteweyî wê demê alîkarîyê didan Iraqê. Îran ji bona ku meseleya Helebçeyê nîşanê dinyayê bide hinek birîndaran dişîyand welatên Ewrupayê. Elmanya, Fransa, Awistralya û welatên dinê… Min jî şîyandin Elmanyayê. Ez 40 roj li wê derê mam. Feqet dema ku ez vegerîyabûm Îranê dayîka min, Cîhan Sadiq, du xwişkên min yên ku navê wan Wezîre û Aşîna bûn, du birayên min yên ku navê wan Hewraman û Awêser bûn û pîreka min şehîd ketibûn. Di paş de hew xwişkek û birayekî min yê ku li Helebçeyê nebûn sax mabûn. Tabî em hemû ji xazê tesîrdar bûbûn. Niha em hemûyan di bin tedawîyê da ne. Em mecbûrin ku her roj dermanan bixwin. Di meseleyê de herdû çavên min kor bûn û em mecbûr man ku emelîyat bibin. Xwişk û birayê min jî di ‘eynî rewşê da ne. Bavê min û hemû zarokên wî di ‘eynî rewşê da ne.”

Muhammed di dawîya axavtina xwe de qala sebeba kûl û kederên ku ew qas mezin dibe jî kir û weha got, “Wê demê Pêşmerge nehêşt ku em birevin. Eger dema ku bihêştana xelq ji li vê derê birevin dibe ku ev qetlîam çênebûna. Ew, xelqê paşve vedigerandin û nedihêştin ku birevin. Sebebeke dinê jî; malbatên weke me yên qelebalix bûn û erebeyeke jî tinebû ku em bi wê birevin. Revîn hinek zor bû. Feqet dema ku me bihîst êrîşa kîmyasalî çêdibe me xebat kir ku em birevin lê ji ber ku çavên me kor bûbûn en nikaribûn birevîyana.” (ÎLKHA)

Ew ê berdewam bike…















































Bu haberler de ilginizi çekebilir