Li Herêma Kurdistanê 29 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 29 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de ti kes ji ber Coronavîrusê nemirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 435 hezar û 875 kes bi vîrusê ketin û 7 hezar û 424 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)