Lûtkeya Lîderên NATOyê bi rojeva şerê Ukrayna-Rûsyayê dê bicive
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî wê beşdarî Lûtkeya Serokên NATOyê ya ku wê îro li baregeha NATOyê ya li Bruksela paytextê Belçîkayê bê lidarxistin bibe.
Serokên 30 welatên endamên NATOyê wê îro li ser êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bicivin.
Serokên NATOyê dê di lûtkeyê de li ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de nêrînan bi hev re parve bikin. Wê gavên xurtkirina berevanî û hêza astengkirinê ya tifaqê û tiştên ku dê ji niha şûnda bên kirin binirxîn.
Tê diyarkirin ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di civînê de bi telekonferansê axaftinekê bike.(ÎLKHA)