• DOLAR 32.597
  • EURO 35.092
  • ALTIN 2438.051
  • ...
Li Bî’ru’s-Sebayê 4 sîyonîstên îşxalker hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Ebu’l-Kay’anê ji xelqê herêma Nakabê, li bajara Bî’ru’s-Sebayê li derveyê navenda danûstandinê li hember sîyonîstan çalakîyek tertîp kir.

3 sîyonîstên ku bi kêrê hatin kuştin û yek sîyonîstên dinê yên ku di dema Ebu’l-Kaya bi erebeyê li wî xist 4 sîyonîst mirin. Di çalakîyê de 7 kes jî birîndar bûn.

Ebu’l-Kaya dema ku çalakîya xwe kir û revîya, ji teref şofêreke otobûsê ve bi çekan êrîş lê hat kirin û şehîd bû.

Ev çalakî ji teref hereketên berxwedanên Filistînê ve hatin pîrozkirin, ji teref sîyonîstan ve jî bû wek kabûs, tirs û endîşeyê.

HAMAS derheqê çalakîyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de vê çalakîyê pîroz kir û îfade kir ku ev çalakî li hember îşxalkirina wan sîyonîstan micadeleyeke heq û bertekeke asayî ye.

HAMAS di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand ku întîfada û berxwedana qehremanîyê ya ku li hember terora ku ji teref  îşxalker û bireveberîya îşxalker ve li ser xelqê Filistînî zêde dibe ew ê berdewam bike.

Hereketa Micahîdan jî  derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de bal kişand ku ev çalakîya Bî’ru’s-Sebayê; ji bona bereday derketina hemû planên ewlehîyê ya rejima îşxalker, ji bona berdewamkirina berxwedanê ya li hember hemû taktîkên rejima îşxalker, nîşan dide ku ciwanên Filistînî daîma li hember vê îşxalê alternatîfên nû dikarin pêşve bixin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir