Mînîbûsa ku karkerên çandinîyê vediguhast qulibî: 17 birîndar
Hat ragihandin li Amasyayê mînîbûsa ku karkerên çandinîyê vediguhast qulibî, di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.
Qeza li nêzî gundê Yildikoya navçeya Suluovayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir pêk hat.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)