• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Hêjmarên miltecîyên ku ji Ukraynayê revîyane 3 milyon û 500 hezarî derbas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daneyên dawîn yê ku ji teref Ajansa Miltecîya Yekbûnîya Neteweyî (UNCHR) ve hat belavkirin, ji destpêka êrîşên Rusyayê heta niha 3 milyon 556 hezar û 924 kes Ukraynayê terk kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji wan kesên ku revîyane zêdetirê 2 milyonî wan çûne Polonyayê.

Matthew Saltmarshê Berdevkê yê UNCHRê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ev rewş ji bona xelqê Ukraynayê meseleyeke fecîye û ev hêjmar jî di nav mehekî de ew qas bûye.

Saltmarsh, di dawîya daxuyanîya xwe de ragihand ku ev rewşa qrîza miltecîyan, bi lezbûnî û mezinbûnîya xwe li gorî rewşên dawî ne tişteke asayîye û tişteke wisa jî nehatîye dîtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir