• DOLAR 32.247
  • EURO 35.05
  • ALTIN 2502
  • ...
Karwana Hêvîyê li Efxenîstanê ji êtîman re alîkarîya maddî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê, xebatên xwe yên alîkarîyê ku li Kabîla paytexta Efxenîstanê daye destpêkirin, li kampên bajara Şîbîrgana ku girêdayê Cevîzcan e û li bajara Mezar-i Şerîfê ku girêya wîlayeta Belhîyê ye berdewam dike û ji mixtacên ku di kampê da ne re cil, ardû, şîva germ, nan û Qurana Pîroz belav kir.

Li Navçeya Çahar Dereya ku girêdayê vîlayeta Kunduzê ye jî “Bîra Avê” yê ku hatibû avakirin vekirin, li gundê Aktepeya ku girêdayê navçeya Kaley-î Zalê ye jî alîkarîyên pereyî yên ku ji teref xêrxwazan ve hatine bexşkirin jî belav kir.

Mehmet Nurullah Gunaydinê Sekreterê Giştî yê Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de axivî û weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê li wîlayeta Kunduza Efxenîstanê ne.  Em li vê derê bi xuşk û birayên me yên êtîm re ne. Alîkarîyên neqdî yên ku xêrxwazên me ji me re şîyandine gihaşt van êtîman. Xwedê Teala bila ji xêrxwazên me razî bibe.”

Mele Cemal Çinarê Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê jî piştî alîkarîyê ji xêrxwazên ku bexşan kirine re dua kir. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir