Li Malîyê di dema derbasbûna otobûsekê de teqîn: 6 mirî û 47 birîndar
Li Malîyê di dema derbasbûna otobûsekê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 6 kes canê xwe ji dest dan û 47 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Malîyê hatine bidestxistin di navbera navenda Malî û Konna-Sevaré de otobûsek ji ser bombeyekê derbas bû ku ji ber vê yekê teqîn pêk hat.
Di encama teqînê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 6 kes canê xwe ji dest dan û jê 6 giran tev de 47 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku ji cîhê teqînê re ambûlans hatin sewqkirin û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku hê tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)