• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Awrupa Yetîm Elî, li Efxenîstanê ji gelek malbatan re nan belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîba Awrupa Yetîm Elîyê ku di seatên serê sibê de çûn firina ku nan li wê derê lêdikeve, hazirîya nanan teqîb kirin û ji hazirîyan re jî alîkarî kirin.

Mehmet Nurullah Gunaydinê Temsîlkarê Tirkîye yê Awrupa Yetîm Elîyê derheqê xebatê de axivî û ew weha got, “Em niha li bajara Mezar-i Şerîf a Efxenîstanê ne. Em ji bona alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve ji me re hatîye dayîn, bighêjînin wan malbatên mixtac hatine firinekî. Dema ku em nanê xwe bipêjin dû re em ê belavê mixtac û êtîman bikin. Xwedê Teala bila ji wan xêrxwazên ku alîkarî kirine re razî bibe.”

Nanên ku pijîyan, kirin nav erebeyan û dûre li konan hat belavkirin. Piştî belavkirina nanan zarokekî Qurana Pîroz xwend û ji xêrxwazan re jî dua hat kirin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir